Weke Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê, em bi dilgermî welatparêz ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, jinên ku temînata jiyana azad in, ciwanên ku pêşengên berxwedana li dijî zilmê ne silav dikin. Her wiha em silavên xwe pêşkeşî ew kesên ku ji bo jiyan û cihaneke nû têdikoşin dikin. Emê êdî tevî dostên xwe têkoşîna xwe ya azadiyê di Medya dijîtal de jî bi awayekê rêxistin kirî bi navê Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê pêşbixin.
Emê li ser hemû platformên Medya dijîtal tekoşîna azadiya gelê xwe bilind bikin. li dijî faşîzm û mêtîngerîyê emê têkoşîna xwe xurttir bikin. Ji bo misogerkirina statuya siyasî a gelê Kurd emê têbikoşin. Emê li dijî derewên modernîteya kapîtalîst şer bikin û mil bi mil bi hemû hêzên şoreşger-demokrat ên cîhanê re hewbeş xebat bimeşînin. Meclîsa me sembola yekîtiya hemû gelên Rojhilata Navîn e, ku bi gelê Kurd re têkoşîna rizgariyê ya hevpar dimeşînin. Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê, li gelê me yê berxwedêr , gelên ji bo azadiyê têdikoşin û hemû gelên cîhanê pîroz be!
Ya rast hûn Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê nas dikin. Em di medya dijîtal de dengê Tevgera Azadiyê ne. Em dengê wê tevgerêne ku zêdeyî çil sale li dijî mêtingerî û faşîzmê têdikoşe. ji vir û pêde emê bi paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan,medya dîjîtal weke qadekê xweser û nû ya têkoşîna azadiyê birêxistin dikin.
Em ê Medya dijîtal ji destê yekdestan, dewlet û hêzên dij-şoreşger ên antîdemokratîk, ku hêzên hegemonîk hewl didin veguherînin platforma şerê taybet a li dijî gelan û bindestan, derxînin. Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê wê heqîqeta ku hêzên desthilatdar ji civakê vedişêre bi hemû hêza xwe raxe ber çava.
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê berdevkê medya dîjîtal a têkoşîna ku ji bo azadiya Bakûr, Başûr û Rojhilat li hemberî faşîzmê û dagirkeriyê hatiye dayîn e. Rêya ku şoreşa Rojava ji bo tevahî mirovahiyê vekiriye, rênîşan û ronahîya Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ye.
Berxwedana tevgera azadiyê û gelê me ku roj bi roj mezin dibe, wê bi Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê hin bihêztir bibe û wê bi rengekî rêxistinkirî bigihîje hemû gelên cîhanê.
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê rexistinbuna xeta azadiya jinê ya di çapemeniya dijîtal de ye, ku serdestiya mêr a pênc hezar sal şikand, çeteyên tecawizkar ên DAIŞ’ê têk bir û di têkoşîna azadiya jinê de îlham da hemû jinên cîhanê. Ew navnîşana medya dîjîtal a têkoşîna li dijî serdestiya mêr, şîdeta li ser jinan, tacîz, tecawiz û her cûre zordestiya serdestiya mêr li Kurdistan û seranserê cîhanê ye.
Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê rêxistineke dîjîtal a gerdûnî ye ku ji Kurdistanê xwe digihîne cîhanê. Weke Meclîs, li her devera cîhanê li ku dibe bila bibe, em her têkoşîna ku li dijî modernîteya kapîtalîst, mêtîngerî, faşîzm, serdestiya mêr û rûxandina ekolojîk wekî têkoşîna xwe qebûl dikin. Em ê bibin dengê hemû bindestan, yên li dijî zilmê li ber xwe didin û yên ji bo azadî û edaletê têdikoşin. Em ê bi hemû gelên cîhanê yên ku li dijî neheqiyê serî rakirine re pirek bihêz a piştgiriyê ava bikin.
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ji kombuna gelek meclisan pêk tê. Em bi hevre niqaş dikin, em bi hev re biryar digirin û em bi hev re pêktînin. her kesê ku dixwaze li dijî modernîteya kapîtalîst û serdestiya mêr bibe xwedî helwest, li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, nirxên demokratîk diparêze di kare li gel me cih bigire. Her kesê ku bixwaze medya dijîtal veguherîne platforma berxwedanê ya li dijî serdestan, divê vê vînê mezin bike û cihê xwe li gel me bigre.
Dengê gelê Kurd ê ji bo azadiyê têdikoşe, dive bi hêztir were bihîstin. ji bo rawestandina derewên mêtînger, manipulasyonên faşîzmê, makîneyên şerê taybet yên ku gel dixapîne em we vedixwînin têkoşînê. Ev vexwendin ji bo pêşîlêgirtina serdestiya mêr a ku jinan dike kole û tacîz-şîdet-tecawizê rewa dike ye.Ev vexwendin ji bo hilgirtina berxwedana azadiyê ya ku li çar aliyê cîhanê didome ye.
Tevlî Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bibin, werin em têkoşînê mezin bikin!
Werin em dengê gelê Kurd bigihînin hemû cîhanê
Werin em bi hemû gelên cîhanê û hemû kesên bindest re hêzên xwe bikin yek
Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê
EM XWE RÊXISTIN BIKIN! Û TEKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN.
Kurdî
عربي
English
Türkçe